Tirkiye bi 3 mercan şerê DAIŞê dike!

25-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Tirkiyeyê helwesta xwe derbarê tevlîbûna hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê eşkere kir û 3 merc bo şerê wê rêxistinê danî pêşiya wê hevpeymaniyê.

Li gor nûçeyekê ku ji aliyê hinek dîplomatên tirk ve hatiye ragihandin, piştî ku Tirkiyeyê biryara tevlîbûna operasyonên hevpeymaniya li dijî DAIŞê da, 3 merc ji vê yekê re diyar kiriye.

Li gorî nûçeyê, danîna van mercan ji aliyê Tirkiyeyê ve piştê wê yekê tê ku Serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan di civîna Neteweyên Yekgitî (NY) de li New Yorkê wiha got: “Tirkiye amade ye di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de şerî DAIŞê bike.”

Biryar e piştî vegera Erdogan bo Enqereyê, ligel Encumena Asayîşa Netewî ya wî welatî bicive.

Li gor agahiyan, beriya her sê mercên Tirkiyeyê, 5 pêngav hatine diyarkirin ku Tirkiye di wan waran de dikare rola xwe bibîne di şerê li dijî DAIŞê de:

1- Rê nede çekdarên DAIŞê ku ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyê bibin;

Tirkiye sînorê xwe asê dike û rê li pêşiya derbasvûna çekdarên biyanî digire, ku ji welatê Ewropayê bên û tevlî DAIŞê bibin.

2- Danûstandina agahî û zanyariyên îstixbaratî;

Dezgeha Îstixbaratî ya Tirkiyeyê (MÎT) ligel dezgehên îstixbaratî yên Ewropayê zanyariyan bidin hev û ji hev bistînin.

3- Piştevaniya leşkerî;

Biryar e ji 2ê meha bê, Tirkiye piştevaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bike, lê hevkariyên asmanî yên wî welatî dê sînodar be.

4- Tirkiye asmanê xwe ji balafiran re vedike;

Biryar e Tirkiye asmanê xwe li pêşiya balafirên şer yên welatên hevpeymaniya navdewletî veke. Tê gotin ku navenda Încîrlikê dê were bikaranîn.

5- Hevkariyên mirovî berdewam dikin;

Tirkiye dê berdewam be li ser pêşkêşkirina hevkariyên mirovî bo koçberan.

 

Li hember de, Tirkiyeyê 3 merc danîne da ku van 5 xalan cih bi cih bike di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de, ku ew merc jî ev in:

1-Pêwîst e operasyon li ser çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê bi awayekî berfirehtir bên pêkanîn.

2- Divê piştî bidawîhatina operasyonan aramî li navçeyê pêk were.

3- Ew çekên ku bi ser hêzên navçeyê de tên belavkirin nabe bi ti awayekî bikevin destê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdsiatnê (PKK).

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst