‘Kurd piştgiriyê bidine kê, ew berbijêr dê bibe serokomar’

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê Ufuk Uras got, “Helbet wê bi ser bikeve. Dê hem di parlamentoyê de be û hem jî Kurd piştgiriya kê bikin, ew berbijêr teqez dê wek serokomar were hilbijartin. Di van hilbijartinan de dengên Kurdan û HDPê roleke sereke dilîzin.”

Îro Pêncşemê 25ê Tebaxa 2022an bi serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP), Partiya Ked (EMEP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF) li parêzgeha Stenbolê civînek hat lidarxistin.

Di dawiya civînê de 6 rêxistin û partiyan “Tifaqa Ked û Azadiyê” ragihandin.

Mamosteyê Zanîngeha Stenbolê û zanyarê siyasî Ufuk Uras ê ku beşdarî bultena Rûdawê bû, civîna tifaqa 6 partî û rêxistinan ku HDP serpereştiya wan dike nirxand.

Ufuk Uras li ser tifaqê got, “Tirkiye ber bi hilbijartineke pir krîtîk ve diçe. Ji ber vê yekê girîng bû ku di berbijêrê hevpar de siyaset bê kirin. Civîna îro ya partiyên çep jî di vî warî de girîng bû.”

Uras diyar kir ku HDP weke kevneşopiyekê ketiye nava tifaqeke wiha û anî ziman, “Ji xwe di nava HDPê de pêkhateyên sosyalîst hebûn. HDP xwedî kevneşopiya herî mezin a yekitiya aştî û demokrasiyê ye. Dema ku ez di sala 2007an de berbijêrê serbixwe yê hevbeş bûm jî wisa bû. Ji ber vê yekê jî weke hêz, avakirina desthilatdariya HDPê ya bi pêkhateyên din re, berdewamiya polîtîkaya wê ye. HDP li ser heman kevneşopiyê didomîne.”

"Dengdêrên Kurd dê piştgiriyê bidin tifaqa nû"

Uras li ser pirsa gelo tifaqa nû tê wateya dûrketina ji “Tifaqa Milet” yan na, got, “Em nikarin bibêjin ku ji Tifaqa Milet dûr ketiye. Ji ber ku ji bo serokkomariyê dikarin berbijêrekî hevpar diyar bikin lê di parlamentoyê de HDP ji xwe rêya sêyemîn e.”

Li ser pirsa gelo dê dengdêrên Kurd piştgirîya tifaqa nû bikin yan na, Uras anî ziman, “Bila ti gumanên te tunebin. Ji ber ku heger tê xwestin partiyek bê girtin û dengdêrên wê jî ji sedî 10-15 be, ev yek gelekî girîng e. Dengdêrên HDPê hem li rojava hem jî li rojhilat xwe xurt kirin. Ji ber vê yekê qanûnên hilbijartinê hatin guhertin. Ji ber vê jî dixwazin partiyê bigrin. Ji bo dengdêrên Kurd ev yek bi giranî meseleyeke rûmetê ye.”

‘Kurd piştgiriyê bidin kê, ew berbijêr dê bibe serokomar’

Uras li ser serkeftina tifaq jî got, “Helbet wê bi ser bikeve. Dê hem di parlamentoyê de be û hem jî Kurd piştgiriya kê bikin, ew berbijêr teqez dê wek serokomar were hilbijartin. Di van hilbijartinan de dengên Kurdan û HDPê roleke sereke dilîzin.”