Navê tifaqa HDPê ya bi partiyên çep re eşkere bû: Tifaqa Ked û Azadiyê

25-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tifaqa Ked û Azadiyê HDP EHP SMF TOP TÎP EMEP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di civîna ku îro Pêncşemê bi serepereştiya HDPê li Stenbolê bi 6 partî û rêxistinan re hat kirin de diyar bû ku encama xebatên tifaqê gihîştine qonaxa dawî û hat ragihandin ku navê tifaqê “Tifaqa Ked û Azadiyê” ye.

Bi serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro Pêncşemê 25ê Tebaxa 2022an Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP), Partiya Ked (EMEP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF) li parêzgeha Stenbolê civînek hat lidarxistin.

Berdevka EHPê Ozge Akman û endamê Komîteya Navendî Hakan Ozturk, Serokê EMEPê Ercument Akdeniz û Cîgira Serokê EMEPê Selma Gurkan, Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, cîgirê hevserokan Tuncer Bakirhan, endama encûmena partiyê Sultan Ozcan, Berdevkê SMFê Bariş Kayaoglu û endamên encûmena partiyê Mahîr Gurz, Erdal Ataş, Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş, Berdevka TÎPê Sera Kadigil û Cîgirê Serokê Giştî Dogan Ergun, Berdevka TOPê Perîhan Koca, Endama Lijneya Berdevkan Pelîn Kahilogullari û endamê encûmena partiyê Tamer Dogan beşdarî civînê bûn.

Di civînê de ji bilî nirxandinên li ser pêşhatên siyasî, diyarkirina nav û nexşerêya hevpeymaniyê û rêbaz û dîroka ragihandina ku were amadekirin di rojevê de bû.

Di daxuyaniya ku ji aliyê 6 partiyan ve hat belavkirin de anîn ziman, “Em dizanin ku li ser esasê nirxên ked, aştî, azadî û demokrasiyê avakirina nîzameke civakî û siyasî ya ku gel serdest e, bi hêza hemû beşên civakê yên bindest û dagirkirî pêkan e.”

Her wiha hat gotin, “Em bang li her kesî dikin ku li gorî vê feraset û bangawaziyê têbikoşin. Em ê bi hev re li dijî desthilatdariya yek zilamî, fermana sermaye û zilmê bi ser bikevin.”

Tifaqa Ked û Azadiyê

Ji aliyê nûnerên Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakê (TOP) ve hat organîzekirin bi dawî bû.

Di dawiya civînê de biryar hat dayîn ku “Tifaqa Ked û Azadiyê” were ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst