HDPê ji parlamentoyê pirs kir: Hinceta qanûnî ya qedexeya stranên kurdî çi ye

25-08-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Parlamentoya Tirkiyê Stranên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, lêpirsîna derbarê Hevseroka KCDê Leyla Guven û 8 girtiyên din ku bi hinceta stranên kurdî gotine de hatibû destpêkirin, bir rojeva parlamentoya Tirkiyeyê.  

Li Girtegeha Jinan a Xarpêta Bakurê Kurdistanê, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Rêxistina HDPê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çiçek jî di nav de derbarê 9 jinên girtî de ji ber stranên kurdî gotibûn lêpirsîna dîsîplînê hatibû destpêkirin.

Berdevka HDPê Ebru Gunay derbarê vê lêpirsînê bi armanca ku  Wezîrê Dadê yê Tirkiyê  Abdulhamît Gul bibersivîne pêşniyaznameyek pêşkêşî parlamentoyê kir.

Gunay, di pêşniyaznameyê de bibîr xist ku ji bo stran û gotinên kurdî hatiye gotin:  “bi zimanekî nayê fêmkirin bi devkî govend gerandine” û “bi zimanekî nayê fêm kirin sirûd xwendine”  

Gunay di pêşniyaznamê de ev pirs kirine:

-Di Girtîgeha Jinan a Xarpêtê de  derbarê 9 jinên girtî ji ber govend gerandin û stranên kurdî gotine,  lêpirsîn hatiye destpêkirin. Agahiya we ji vê yekê heye?

-Hinceta qanûnî ku bibe sedemê cezayê  dîsîplîna govend gerandin û gotina stranên kurdî çiye? Bi kurdî stran gotin û govend gerandin qedexe ye?

-Ji bo betalkirina cezayê dîsîplînê hûnê tişta pêwîst bidin dest pê kirin?

-Hûn dê bo lêpirsînin pêwîst bên kirin û cezayên dîsîplînê yên rayedarên girtîgehê bi awayekî ku kêfî didin girtiyan bên lêkolînkirin hewl bidin?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst