9 ciwanên li Mersînê govend gerandibûn hatin girtin

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mêrsîn Ciwanên Kurd Govend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrsînê 9 ciwanên Kurd ên govend gerandibûn bi biryara dadgehê hatin girtin.

9 ciwanên Kurd çend roj berê li parêzgeha Mêrsînê li peravên Deryay Spî govend gerandibûn û ligel strana “Gerîla” dirûşmên “Bijî Serok Apo” bilind kiribûn.

Piştî ku dîmenên ciwanan li ser medyaya civakî hatin belavkirin bûn armanca nijadperestên Tirk.

Paşê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê derbarê ciwanên Kurd de lêpirsîn dabû destpêkirin û roja 22ê Tîmehê 2024an 9 ciwanên Kurd hatibûn desteserkirin.

Li gorî zanyariyan îro ciwanên bi navên Elmascan Ferhat Kaygin, Halîl Ozturk, Ramazan Ozturk, Ugur Ozturk, Mahmut Gumuş, Serdar Amaç, Talha Yilmaz, Mehmet Salîh Amaç û Muhammet Emîn Amaç piştî karûbarên îfadedayînê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Ciwanên ku îfade da dozgeriyê, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin tohmetbarkirin û bi daxwaza girtinê sewqî 1emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Mêrsînê hatin kirin. 

Dagehê biryar da ku her 9 ciwan navborî bi hinceta “propagandeya rêxistinê” bên girtin.

Hêzên ewlehiyê piştî biryarê ew ciwan veguhastin girtîgehê.

Dema hêzên ewlehiyê Tirkiyeyê ciwanên Kurd birûbûn rêvberiya ewlehiyê  di mînîbusa polîsan de bi armanca şkenceya derûnî strana "Olurum Turkiye" ango (Ez ê ji bo te bimrim Tirkiyeya min) bi wan dabûn guhdarkirin û dîmenên wan hatibûn belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst