Tirkiyeyê di salekê de 155 hezar koçber dersînor kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ji 4ê Hezîrana 2023yan ve heta niha 155 hezar koçber hatin dersînorkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh beşdarî civîna Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê bû û bersiva pirsên parlamenteran da.

Yerlikaya derbarê pirsa rewşa koçberan de got:

“Ji 4ê Hezîrana 2023yan ve heta îro 155 hezar koçber hatin dersînorkirin ku ev hejmar a herî zêde ya hemû deman e.”

Yerlikaya li ser navendên vegerandinê jî diyar kir ku li navendên paşdevegerandinê kamerayên çavdêriyê hene û endamên komîsyonê kengî bixwazin dikarin serdana van cihan bikin û rewşa koçberên li wê derê bibînin.