Bertekên li hemberî strana 'Ez bimirim Tirkiyeya min' berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Karvedanên li ser wê strana nijadperest a ku li Mêrsînê di mînîbusa polîsan de bi gêncên Kurd dane guhdarkirin, berdewam in.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan doh li Parlamentoya Tirkiyeyê beriya ku alozî derkevin, civîneke çapemeniyê saz kir.

Bozan ragihand ku dewlet hîn jî wekî salên 90î nêzîkî Kurdan dibe.

"Bijî Serok Apo ne tawan e."

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan wiha anî ziman:

"Vîdeoyeke nû hat belavkirin. Lê vê carê we rola salên 90î lîstiye birêz Wezîr.

Lê we ji bîr kiriye û nehatiye bîra we, me bi tekoşîna xwe salên 90î li dû xwe hîştin.

Di vîdeoya ku trolên we belvakir de ciwan di mînîbusa polîsan de ne.

Di mînîbusê de strana Olurum Turkiyem (Ez bimirim Tirkiyeya min” a Mustafa Yildizdogan tê guhdarîkirin.

We destaneke qehremaniyê nivîsandiye. Ev tişt bûye wekî Mustafa Yildizdoganê ku xwe wekî hezkiriyê welat pênase dike û kurê wî leşkeriya bi berdêl dike.

Em careke din dubare bikin li gorî biryarên Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûrê û Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê gotina `Bijî Serok Apo` ne tawan e."

“Ez qet ne xemgîn im”

Mijara strana nijadperest di Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê de ji Wezîrê Karên Navxe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya hat pirsîn û wî jî wiha bersiv da:

"Dema ku ez lê guhdarî dikim pir hestiyar dibim. Ez kelecanî dibim.

Strana Ez bimirim Tirkiyeya min kelecanê dide hemû kesên li vê holê.

Ango ez qet bawer nakim ku ev yek bi biryara dozger, ji bo xemgînkirina kesên desteserkirî hatibe kirin.

Lê çawa ku kesên dibêjin 'Bijî Portekîz' di nav me de kêm in jî, ji ber ku kesên xwediyê vê zîhniyetê ji vê stranê hez nakin, ez qet ne xemgîn im."

Çi bûbû?

Çend ciwanên Kurd di Cejna Qurbanê de li parêzgeha Mêrsînê govend gerandibûn û ligel strana "Gerîla" diruşmên "Bijî Serok Apo" bilind kiribûn.

Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê derbarê mijarê de lêpirsîn dabû destpêkirin û roja 22yê Tîrmeha 2024an 9 ciwanên Kurd hatibûn girtin.

Dema ciwanên Kurd dibin girtîgehê di mînîbusa polîsan de bi armanca şkenceya derûnî strana "Olurum Turkiyen" ango (Ez bimrim Tirkiyeya min) bi ciwanên Kurd dabûn guhdarkirin û dîmenên wan hatibûn belavkirin.