Li Edeneyê erdhej: Dîlok û Mersîn jî hejiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kozanê ya Edeneyê erdhejeke bi mezinahiya 5,5 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku di saet 08.44an de li navçeya Kozanê ya Edeneyê erdhejek çêbû.

AFADê da zanîn ku mezihaniya erdhejê 5,5 pile û kûrahiya wê 11,27 kîlometre ye.

Hat ragihandin ku di encama vê erdhejê de gelek bajarên li derdora Edeneyê yên weke Dîlok, Mersîn, Osmaniye û Qeyseriyê jî hejiyan.