Gergerlioglu: Dadgehê hedê Cem Kuçuk nîşanî wî da

25-07-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Omer Faruk Gergerlioglu Cem Kucuk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu ragihand, nivîskarê rojnameya Tirkiyê Cem Kuçuk ku heqaret li wî û Huda Kaya kiribû ji aliyê dadgehê ve hatiye cezakirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi peyamekê ragihand ku Cem Kuçuk ji ber ji wî û hevkarê wî Huda Kaya re gotibû “terorîst” ji aliyê dadgehê ve bi 6 hezar û 620 lîreyan (370 dolar) hatiye cezakirin.

Gergerlioglu di peyama xwe de dibêje, “Dadgehê hedê Cem Kuçuk yê ku ji min û Huda Kaya re gotibû terorîst nîşanî wî da. 75emîn Dadgeha Ceza ya Enqerê biryara cezakirina wî bi 6 hezar û 620 lîreyan da. Kesên ku her dema devê xwe vedikin heqaretê û bêbextiyan li hemû kesan dikin dê hedê xwe bizanibin û bên cezakirin. Aqûbet li serê wan kesên din be ku heqaretê dikin.”

Cem Kuçuk di 16ê Sibata 2021an de di bernameyeke medya Tirkî de gotibû, “Parlamentereke terorîst ya bi navê Huda Kaya heye, dubare dikim Huda Kaya, binêrin ez bi zelalî dibêjim Huda Kaya û Omer Faruk Gergerlioglu terorîstin. Yek ji wan terorîsta sergirtî ye û yek jî terorîstekî bi sitûbende. Ev her du parlamenterên terorîst qeysa dixwazin dikarin dozê li min vekin. Ji bo mirov ji wan re bêje parlamenter hezar şahid pêwîst e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst