Li Edenê şerê bi çekan: 2 kuştî, 3 birîndar

25-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yuregir ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, di şerê bi çekan ê du grupan de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Derengê şeva borî 24ê Temûza 2022ê li Taxa Çamlibel a navçeya Yuregirê, di navbera du grupan de şerê bi çekan derket û di encamê de Sergen Çelik, Ramazan Demirtaş, U.E, S.S. û M.S. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Sergen Çelik li cihê bûyerê canê xwe jidest da û Ramazan Demirtaş, U.E, S.S. û M.S. jî bo nexweşxaneyên cuda hatin veguhestin.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Ramazan Demirtaş jî canê xwe jidest da. Dermankirina U.E, S.S. û M.S. jî li nexweşxaneyê berdewam e. Hat ragihandin ku polîsan derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst