Duyemîn Doza Kobaniyê: Huda Kaya hat tehliyekirin

25-06-2024
RÛDAW
Nîşan Huda Kaya Doza Kobaniyê Tehliyekirin HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di yekemên rûniştina “Duyemîn Doza Kobaniyê” de parlamentera berê ya HDPyê Huda Kaya hat tehliyekirin.

Serdozgeriya Enqereyê li ser 5 parlamenterên berê yên HDPyê bi hinceta ku 2014an beşdarî “xwepêşandanên Kobaniyê” bûne lêpirsîn vekiribû.

Serdozger di îdîanameyê de gotiye parlamenterên berê yên HDPyê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay û Garo Paylan Fatma Kurtalan, Pero Dundar ji banga “xwepêşandanên HDPyê” berpirsiyar in.

Yekmîn rûniştina “2yemîn Doza Kobaniyê” li 22yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi rê ve çû.

Di çarçoveya “2yemîn Doza Kobaniyê” de Parlamenterên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Garo Paylan û Pero Dundar tên darizanin.

Huda Kaya ji Girtîgeha Jinan a Sîlîvriyê ya Stenbolê bi rêya Sîstema Deng û Reng beşdarî rûniştina dozê bû.

Piştî parastina Huda Kayayê dozgeriyê xwest biryara girtina Kayayê berdewam bike.

Heyeta dadgehê piştî navberê bi mercên qedexeya derketina derveyî welat û mehê carekê îmze bide biryara tehliyeya Huda Kayayê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst