Devlet Bahçelî li ser şewata li Mêrdîn û Amedê çi got?

25-06-2024
Nîşan Devlet Bahçelî Şewat Amed Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser şewata li Mêrdîn û Amedê hinek peyam dan.

20ê vê mehê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Heta niha 15 kesan wefat kiriye û xisareke gelekî mezin a madî heye.

“Bê guman dê sedemên şewatê werin tesbîtkitin”

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser vê şewatê got:

“Em bawer dikin dê bi tifaq û alîkariyê hemû pirsgirêk werin çareserkirin. Bê guman dê sedemên şewatê werin tesbîtkitin.”

Piştî şewatê gelek nijadperestan li ser hesabên xwe yê torên civakî Kurd kiribûn hedef û gelek kesan gotibû ku ew ji bo şewatê kêfxweş in.

Baroya Amedê piştre ragihandibû ku ew dê giliyê wan kesan bikin.

Devlet Bahçelî got ku ev tişt “komplo” ye û li pey çû:

“Xuya ye ku armanca Baroyê çi ye. Provokatorên ku biratiya me ya hezar salî dikin hedef xuya ne.”

Li hêla din, Devlet Bahçelî piştî civîna partiya xwe demekê rûnişt û dema rabû ser xwe jî bi zehmetî meşiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst