Sîstema perwerdeyê tê nûkirin lê dîsa haya kesî ji Kurdî nîne

25-06-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Xwendekarên Kurd / Wêne: AFP-Arşîv
Xwendekarên Kurd / Wêne: AFP-Arşîv
Nîşan Sîstema Perwerdeyê Tirkiye Kurdî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyeyê bernameyeke nû ya perwerdeyê amade kir û bername tevî nerazîbûna sendîka û aliyên pêwendîdar ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve hate pesendkirin.

Vê carê jî li ser Kurdî tiştek nîne û sînordariya li ser dersên bi Kurdî berdewam dike.

Li gorî sîstema nû, li dibistanan dê ders bên kêmkirin û xwendekar dê zêdetir beşdarî çalakî û bernameyên civakî bibin.

Lê li gorî beşeke sendikayan bernameyên ku hikûmet dixwaze xwendekar beşdarî wan bibin nehatine eşkerekirin û ev jî dibe cihê şik û gomanan.

Hikûmeta Tirkiyeyê bi navê “Sîstema Perwerdeyê di Sedsala Nû ya Tirkiyeyê de” mufredat û rêbazên perwerdeyê diguhere.

Di sîstema nû de hejmara dersan tê kêmkirin û li şûna vê çalakiyên werzişî û bernameyên civakî tên zêdekirin.

Sendîka û mamoste jî dibêjin ji bo ku xwendekar ji devreyî dersan jî aktîv bin pêwîstî bi bernameyên birêkûpêk heye.

“Ders çawa hatine sivikkirin?”

Mehmet Yildizê Rêveberê Ozgur Egitim Senê amaje pê kir ku ders nehatine sivikkirin û got:

“Di sîstema niha de ders seat 8an dest pê dikin û heta saet 4an berdewam dikin.

Di sîstema nû de jî heman tişt heye, ka çi sivikî hatiye kirin? Ders çawa hatine sivikkirin?

Dibêjin me naveroka dersan sivik kiriye lê dê çi sûda wê hebe eger ez wekî mamosteyekî heta saet 4an li dibistanê bim?

Ez dê ji saet 5an û pê ve xwendekaran bibim kîjan semîner û bernameyê?”

Perwerdeya bi Kurdî nîne

Yek ji pirsgirêkên sereke yên perwerdeya Tirkiyeyê ew e ku heta niha jî ji bilî dersên nemecbûrî rê bi perwerdeya bi Kurdî nayê dayîn.

Hikûmetê di karê xwe yê herî dawî de jî careke din behsa Kurdiyê nekir.

Xebata hikûmetê zêdetir bi naveroka beşeke dersan û zêdekirina hinek dersên nû hatiye sînordarkirin.

Li gorî Egitim Sena sendîkaya mamosteyan jî armanca hikûmetê ew e ku xwendekar zêdetir mihafezekar û dîndar bin.

“Em behsa paşeroja zarokên xwe dikin”

Ramazan Gurbuzê Sekreterê Egitim Senê amaje pi paşeroja xwendekaran kir û got:

“Nerazîbûna me li ser vê yekê ye û em behsa paşeroja zarokên xwe dikin.

Nabe tenê hinek kes rûnin û biryarê li ser mijarekê bidin ku pêwendiya wê bi her kesî re heye.

Mijarek heye, erê dibe ku pêwîstî bi guhertinê hebe lê guhertin wisa nahê kirin.

Ew li gorî dilê xwe bernameyan amade dikin û beşeke zêde ya civakê ji karê wan agahdar nabe û nikare nêrîna xwe bibêje.”

Mufredata nû ya perwerdeyê ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve jî hat pesenkirin.

Mamoste te jî dê werin perwerdekirin da ku karibin li gorî vê mufredata nû dersan bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst