Dadgeha Destûra dê serlêdana Gergerlioglu di 1ê Tîrmehê de nîqaş bike

25-06-2021
RÛDAW
Nîşan Omer Faruk Gergerlîoglu Dadgeha Destûrê HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya Tirkiyê dê serlêdana Omer Faruk Gergerlioglu yê ku piştî parêzbendiya wî hate rakirin û xistin zindanê dê di 1ê Tîrmehê de nîqaş bike.

Dadgeha Destûra Bingehîn dê serlêdana Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu yê ku parlamenteriya wî hate hilweşandin, dê di 1ê Tîrmêhê de nîqaş bike.

Gergerlîoglu piştî ku di 17ê Adarê de parlamenteriya wî hate hilweşandin, di 2ê Nîsanê de li mala xwe hat desteserkirin û ew xistibûn zindanê.

Gergerlîoglu li dijî biryara hilweşandina parlamenteriya xwe serî li dadgeha Destûrê da. Dadgeha Destûrê di civîna xwe ya di 9ê Hezîranê de serlêdana ku azadiya mafê derbirînê û bi îdiaya ku domandina darizandina di derbarê parlamenterek ku mafê parêzbendiyê wergirtiye, mafê wî yê hilbijartin û çalakiya siyasî hatiye binpêkirin biryar da ku ji lijne giştî ya Dadgeha Destûrê re bê şandin.

Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn dê 1ê Tîrmehê serlêdanê nîqaş bike û biryarê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst