Kiliçdaroglu : Dê bi kom birevin, belge di destê me de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, ji Weqfa TURGEVê ku zarokên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di rêveberiya wê de ne û Weqfa Ensarê ku weqfeke Îslamî ye milyarek dolar bo Amerîkayê hatiye veguhestin.

Kemal Kiliçdaroglu  li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ew li cihekî revê digerin, ê me jî welatekî me yê din nîne. Em naçin cihekî, em ê vê dewletê bi hevre rakin ser piyan. Serê xwe bilind bigre xelkê min ê xoşewîst. Tu heyî û tiştên baştir heq dikî. Rojên aram û bextewer tên” û vîdeoyek belav kir.

Kiliçdaroglu  bang li burokratan kir ku nebin amûrê gendeliya desthilatê û îdia kir ku berpirsên desthilatê plana revê dikin. Kiliçdaroglu  got: “Belge di destê me de ne. Belgeyên pereyên hatine veguhestin di destê me de ne. Li Amerîkayê weqfek ava kirine. Çima Amerîka? Kesên ku welat kirine Katarîstan, mirov çaverê dike ku herin Katarê, lê dizanin li wan welatan hiqûq tine. Dê bi balafira yekem wan paş de vegerînin. Dikarin xwe li pişt yasayên Amerîkayê veşêrin. Ji ber ku ew der welatê hiqûqê ye. Ango ji welatê ku bi bêhiqûqiyê ji nav birin, ji bo xwe bispêrin hiqûqê dixwazin birevin Amerîkayê.

Dixwazin ji bo xwe Pensîlvanyayeke nû ava bikin. Baş e çi dikin? Weqfeke sexte (paravan-qaşo) ava dikin. Welatiyekî Amerîkî dikin serok. Lê rêveberên rasteqîne yên weqfê endamên malbata Erdogan in.

Ez niha navên wan nabêjim, dibe ku bi xwe bêjin. Ez destwerdana nav karên malbatê nekim. Niha..... Ji bo mafê destûrê yê avakirinê pere pêwîst in. Ji Tirkiyê du weqfan hildibijêrin. Ew weqfên ku qaşo ji bo xwendekaran hatine avakirin. Hûn ê îro sedema hebûna wan a rasteqîn bizanin.

Ev weqf dest bi şandina pereyan dikin bo welatiyekî Amerîkî... 20 milyon dolar. 10 milyon dolarên din. Careke din 20 milyon dolar. Careke din 10 milyon dolar. Carekê li ser navê TURGEVê carekê li ser navê Ensarê. Nasekinin, nasekinin. Şandina pereyan, dawiya lîsteyê nayê. Hemû belge di destê me de ne.

Xelkê min ê xoşewîst, milyarek dolar bo Amerîkayê transfer dikin. Ensara min, TURGEVa min kê ev pere dane we? We ev pere ji ku dît? Hûn çima bi awayekî berdewam pereyan dişînin Amerîkayê? Hûn çima pereyên biyanî (dovîz) vediguhezînin Amerîkayê? Kê erka avakirina jiyanên paralel daye we?

Em werin ser kesên amadehiya reva bo Amerîkayê dikin... Hûn wiha difikirin dê desthilata nû li wêderê we rehet bihêle? Wellehî hûn gelek xelet in. Erdogan derkeve bêje... Di rêveberiya wê weqfa ku tu pereyan dişînî ji malbata te kî heye? Derkeve bêje, ji malbata te kî van pereyan dişîne? Û dîsa li wî alî ji malbata te kî van pereyan werdigre? Derkeve bêje, fedî neke...”