HDPê hilbijartina endamên HSKê baykot kir

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hilbijartinên endamên Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) baykor kir û Lijneya Giştî ya Meclisê terk kir. 

Li Civata Giştî ya Parlementoya Tirkiyê di civîna îro de HDPê hilbijartina ji bo diyarkirina 7 endamên nû bo Lijneya Dadger û Dozgeran(HSK) baykot kir û biryar girt ku beşdarî hilbijartinan nebe.

Piştî terkkirina HDPê ya lijneya giştî pêvajoya hilbijartina endamên HSKê dest pê kir. 

Derbarê mijarê de Serokwekîlê Fraksiyona HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç li Civata Giştî ya Parlamentoyê axifî û got: “Em dê beşdarî vê hilbijartinê nebin. Ji bo gihîştina mekanîzmaya dadweriyeke serbixwe cara ewil e ku hilbijartin li parlamentoyê tên kirin girîng e.”

Oluç di axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyê dadweriyeke alîgir û girêdayî heye û sedemên vekişîna ji hilbijartinan jî dibêje: "Em ê beşdarî vê hilbijartinê nebin. Girîng e ku hilbijartinên endamên HSKê ji bo ku bigihîje dadgehek serbixwe û bêalî, yekem car li meclîsê bê çêkirin. Ji ber ku niha dadweriyeke serbixwe tune ye. Bi vî rengî, me dengê xwe da ku hilbijartinek demokratîk çêbibe, lê nebû.

Me ev di komîsyonê de jî got. Divê, namzed bihatana lêkolînkirin û hilbijartin bi awayê herî demokratîk bihata kirin, lê çênebû. Ev li pişt deriyên girtî de hat kirin. Hinek kesan pişta xwe da hêza sîyasetê. Layiq nebû. Em difikirin ku bi vî awayî bo Lijneya Dadger û Dozgeran jî proseyeke zehmet destpê dike. Ev helwest ne tenê ya desthilatdariyê ye ligel wê xeletiya opozisyonê ye jî. Em beşdarî hilbijartina nabin û em difikirin ku ev berpirsiyartiya me ya wîjdanî ye.”