SP: Eger heye hilbijartina pêşwext bê kirin divê opozisyon amade be

Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji Rêveberên Partiya Seadetê Alî Aktaş ragihand ku e ger heye di Temûz an Tebaxa 2020an de hilbijartina pêşwext bê kirin, divê opozisyon amade be

Endamê Rêvebereriya Partiya Seadetê Alî Aktaş, bal kişand ser axaftina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû; “ji Çarşembê ve dadikevin meydanê” û got: “Divê her kêlî opozisyon amade be. Em dikevin nav hewayeke bi mij.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû: “Em seferberiyeke nû ya dilan didin destpêkirin. Di rojên qedexeyê bi telefonê xwe dighînin wan, ji Çarşemê ve jî dadikevin meydanê, diçin ba miletê xwe û behsa xwe dikin, guhdariya derdên wan jî bikin.”

Piştî vê daxuyaniyê yek ji Rêveberên Partiya Seadetê Prz. Alî Aktaş îdîa kir ku li Tirkiyê dê hilbijartina pêşwext were kirin.

Aktaş li ser hesabê xwe yê Twitter û Facebookê ev îdîaya xwe belav kir û got: “Hilbijartina pêşwext, piştî tê ragihandin herî kêm 45, herî zêde jî 90 roj piştre tê kirin. Eger roja Çarşemê parlamentoyê bilez kom bikin û biryarê bistînin, eger heye herî nêzîk 12ê Hezîranê roja Yekşemê, yan di mehên Temûz û Tebaxê de hilbijartin were kirin. Divê opozisyon her dem ji hilbijartinê re amade be. Em dikevin nav hewayeke bi mij.”