Malbata Hewas Egîd li Stenbolê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê malabata Serkirdeyê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de Hewas Egîd hat desteserkirin.

 

Nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurd li Başûrê Kurdistanê Cedan Elî ji Rûdawê re ragihand ku ev sê roj in hevjî û sê zarokên  Serkirdeyê ENKSê di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de Hewas Egîd li Stenbolê girtî ne.

 

Cedan Elî da zanîn ku ew kiryarên Tirkiyê ji ber helwesta Hewas Egîd a derbarê Efrînê de ye ku wî vê demên dawiyê çend gotarên ne bi dilê Tirkiyê li ser Efrînê pêşkeş kirine.

 

Nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurd li Başûrê Kurdistanê herwiha destnîşan kir yek ji sedema girtina malbata  Hewas Egîd ew bûye ku şandeke wan li Parîsê bi serperiştiya rayedarên Fransî ligel nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hevdîtin pêk anîne.

 

Hewas Egîd, endamê Kurd di desteya danûstandkar ya opozîsyona Sûriyê de ye ji bo danûstandinên Cinêvê, herwiha endamê Komîteya Destûra Rûsî ye  û serkirdeyê Tevgera Çaksaziya Kurd e, tevî malbata xwe li Stenbolê dijî, lê dema girtina malbata wî, ew li dervey Tirkiyê bû.