Taner Yildiz: Ez bawer nakim firotina nefta Kurdistanê rewşê aloztir bike

25-05-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Qeyserî (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz ragihand, ew pereyê ku ji firotina nefta Herêma Kurdistanê tê bidestxistin dê “bi awayekî adilane” were parvekirin. Yildiz, her wiha diyar kir, ew bawer nake firotina nefta Kurdistanê bibe sedema kûrbûna aloziyan.

 

Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Taner Yildiz, li bajarê Qeyseriyê yê Tirkiyê, beriya ku beşdarî civîna partiya xwe, AKP, bibe pirsên rojnamevanan bersivand.

Taner Yildiz, li ser helwesta hikûmeta Iraqê derheqê firotina nefta Herêma Kurdistanê bi taybet helwesta Bexdayê li hember Tirkiyê de got, dema  Wezîrê Nefta yê Iraqê hat Tirkiyê em li ser vê mijarê sekinîn û me got, dibe ku em 100 hezar bermîl nefta Iraqa Bakur hinarde bikin. 

Yildiz, anî ziman ku dê li ser vê yekê bi rayedarên Iraqê re hevdîtin bikin û wiha axivî:“Fikra min ev e ku ev pêvajo dê xerabtir nebe. Neft ya Iraqê ye, dahat ya Iraqê ye û pereyên neftê yên ku di Halk Bankê de kom dibin, weke ku rayedarên Iraqa Bakur (Herêma Kurdistanê) jî daxuyandin, ev pere bi awayekî adilane tê parvekirin.”

Wezîrê Enerjiya Tirkiyê diyar kir ku pereyê nefta Herêma Kurdistanê dê li gorî destûra Iraqê were parvekirin, yanê bi du pişkên ji sedî 83 û ji sedî 17 dê were dabeşkirin û wiha pêde çû:“Parvekirin li gor biryara birayên me yên Iraqî dê dewam bike. Em li dijî peymanan tev nagerin nemaze têkilî Xeta neftê ya Kerkûk û Ceyhanê tevnagerin. Li dijî peymanê rewşek tineye, qenaeta me ev e ku ji vê şunde jî nabe."

Piştî ku nefta Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re derbasî bazarên cîhanê bû, Iraqê bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, li dijî Tirkiyê doz vekiriye ji ber ku ev yek bêyî rizamendiya Bexdayê hatiye kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî îro bersiva Bexdayê da û ragihand, gefên Iraqê dê nekaribin pêşiya hinartin û firotina petrola Kurdistanê bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst