Roja hilbijartina serokomar heta seat 6ê êvarê şahî qedexe ye

25-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Desteya bilind a hilbijartinê li Tirkiyê ragihand ku eger di roja 10ê tebaxê de encamên hilbijartinê diyar nebû û derbasî tora duyemîn ya 24ê tebaxê bû, heta seat şeşê êvarê lidarxistina şahiyan qedexe ye.

Desteya bilind a hilbijartinê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku ev biryar li ser daxwaza sendîkayên karmend û pîşesaziyê hat standin ku wek tevdîrekê ye ji bo ku hilbijartinanên serokomariyê bê kêşe bên birêvebirin.

Li gor qanûnên hilbijartina serokomariyê li Tirkiyê yê niha hatiye pejirandin, eger di roja 10ê tebaxê de ti nazmedekî nikarî bi dengekî li pêş serkeftinê bi dest bixe wê hilbijartin biçe tora duyem.

Gera duyem a hilbijartinê wê roja 24ê tebaxê bê lidarxistin ku wê 2 kesên herî zêde deng anîne têkevin rikberiya hilbijartinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst