Li Tirkiyê êdî molotof avêtin wê bibe “bûyereke terorê”

25-05-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Roja 22yê gulanê li taxa Okomeydan a Stenbolê li Tirkiyê di xwepêşandana rêxistina “Dev Gencê” ya Elewiyan de, polîsan bi guleyên rasteqîne li serê hemwelatiyê bajarê Sêwazê Ogur Kurt dan û roja dî û tevî hemû destêwerdanan jiyana xwe ji dest da. Di wê  çalakiyê de 9 kes birîndar bûn, jê 7 polîs bi koktêlên molotofê yên ku xwepêşandêran avêtibûn.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di civîna serokên rêxistina AKPê yên bajaran roja piştî bûyerê de ragihand ku “ev bûyer ne bûyerek daxwaza mafane, ev bûyereke terorê ye, ji vir û şûn ve êdî hikûmet wê rê nede bûyerên wiha”.

Erdogan destnîşan kir ku “kesên ku rûyê xwe girtine û zirarê didin malên xelkê û dewletê û bi koktêlên molotofê êrîşî hêzên ewlekariyê dikin, nabe kes wan xwepêşander bihesibîne, ev bûyera ku li taxa Okumeyadanê qewimî û berê bûyerên wek wê li Şirnexê û gelek bajarên din rû didin, ne bûyerên bêgunehin, ji ber van molotofan li Okumeydanê 7 polîs birîndar bûn, yanî endamên polîsan jî kurê vî miletî ne, nemumkîne hinek bixwazin wan bişewtînin ew jî ji xwe re li wan tamaşe bikin”.

Li gor daxuyaniyên rayedarên hikûmeta Tirkiyê, Erdogan ji bo amadekrina qanûnên xwepêşandanan û tarîfa kesên xwepêşamder û tawana bûyerên ku di wan xwepêşandanan de diqewimin wê paketeke qanûnan derbixe û radestî Parlamentoya Tirkiyê bike.

Berpirsên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) dibêjin ku “êdî wê molotof û bombeyên deng wek bikaranîna çekan avêtinê bê hesibandin û bûyerên wê jî wek bûyereke terorê bê binavkirin û kesên ku bi wî karî jî rabin wê ji 3 heta 5 salan girtin bên cezakirin, li aliyekî din eger ew kesê molotofê davêje girêdayî rêxistinekê be wê cezayê wî hîn zêdetir bibe”.

Herwiha kesê ku di xwepêşandanan de li dijî polîs û hêzên ewlekariyê êrîş bike û zirarê bide malên gel û dewletê û dîsa kesên ku serûçavê xwe girtî bin ewê jî li gor vê paketa qanûnan bê cezakirin.

Partiyên opozîsyonê dibêjin ku serowezîrê Tirkiyê “dixwaze bi van qanûnan hemû çalakî û xwepêşandanên li dijî siyaseta hikûmetê tepeser bike û dengê demokrasî û azadiya civîn û xwepêşandanê li Tirkiyê bitepsîne da ew desthilata xwe bi awayekî otorîter berdewam bike”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst