Ji bo 44 bajaran hişyariya tozbarînê

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo 44 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya tozbarîn û bahozê da.

Saziya Keşnasiyê ragihand, toza ku ji Afrîkayê tê dê îro bandore li 44 bajaran bike û divê welatî hişyar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.

Saziya Keşnasiyê diyar kir ku tozbarîn dê bibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê, kêmbûna mesafeya dîtinê, kêmbûna kalîteya hewayê û pirsgirêkên trafîkê.

Herwiha li hinek bajarên ku baran jî heye dê şilî wekî heriyê bibare.

Ji bo 44 bajaran hişyariya di asta zer de hat dayîn û ji welatiyan hat xwestin ku bi tedbîr tevbigerin.