Kiliçdaroglu: Em neçar in di gera yekem a hilbijartinan de vî karî temam bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) ameje bi hilbijartinên Serokkomariyê yên 14ê Gulanê da û got: “Em neçar in di gera yekem de vî karî temam bikin. Em dê bi yekbûnê qezenc bikin.”

19 roj bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê mane û propgandeya aliyên siyasî li meydanan berdewam e.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokkomariyê  û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu roja Sêşemê 25ê Nîsana 2023an li bajarê Eskîşehîr yê Tirkiyê mîtîngek saz kir û derbarê mijarên di rojevê de û hilbijartinên 14ê Gulanê de axivî.

Kiliçdaroglu ji alîgirên xwe bo hilbijartinên Serokkomariyê daxwaza piştevaniyê kir û got:”Em neçar in di gera yekem de (hilbijartinên Serokkomariyê) vî karî temam bikin. Em dê bi yekbûn û hevgirtinê biserbikevin. Ez dixwazim hûn ji vê yekê bawer bikin.”

Kemal Kiliçdaroglu bang li derdora 5 milyon dengderên ciwan kir ku di 14ê Gulanê de bo cara yekem diçin ser sindoqên dengdanê û got: “Yên ku çarenvivîsa Tirkiyê biguherin hûn in. Yên ku demokrasiyê bînin jî hûn in. Bi rêyên demokratîk rejîmeke otorîter biguherin.”

Serokê CHPê bal kişand ser rewşa  derdora 3.6 milyon koçberên Sûrî yên li Tirkiyê û got: “ Birayên me yên Sûriyeyî. Hûn dixwazin ew vegerin malên xwe? Ez dixwazim bang li wan welatiyên me bikim ku deng didin AKP û MHPê. Sînor çima nayên parastin. Çi karê 3 milyon û 600 Sûriyeyiyan li welatê me heye. We çima hewildanek neda. Hemû koçberan bibe û li koşkê bicih bike birayê min. Em dê birayên xwe yên Sûrî herî zêde di nava dû salan de bêyî ku nijadperestiyekê bikin bişînin  welatê wan. Em dê rê, dibistan û kreşên wan bi fonên Yekitiya Ewropayê çêbikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de berbijêrê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu ameje bi rewşa aborî û bêkariya li Tirkiyê jî da û got: “Eger bêkarî hebe, mirov nikarin fatureyên xwe yên gaza xwezayî û avê bidin. Li malê bav û kur dê bikevin rewşek wiha ku nikaribin li rûyê hev binêrin. Divê em çareseriyekê bo vê pirsgirêkê bibînin. Bêkarî qada herî bê rehm a cîhanê ye. Mirovê bêkar bo her cor pirsgirêkan vekirî ye.”