Rewşa aboriyê mijara sereke ya hilbijartinên Tirkiyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîka 20 roj mane ji hilbijartinên Serokkomariyê û parlementoya Tirkiyê re û her ku diçe bangeşe germtir dibin û rewşa aboriyê di nav opozîsyon û desthilatê de mijara sereke ya hilbijartinên Tirkiyê ye.

Serokkomarê Tirkiyê ku alîkarê xwe û 15 wezîrên wî berbijêrên parlementeriyê ne, roja dûşemê li parêzgeha Bursayê soz da rêjeyek ji dahata gaza xwezayî ya Derya Reş taybet bo alîkarîkirina ciwanan û malbatan xerc bike.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan got “Helbet dema em kar li ser pirojeyên nû dikin, em rewşa bazarê piştguh naxin. Em pêdagirinê li ser daxistina vê enflasyona zerar dayî xelkê me ta ku dadixîn tek jimariyê.”

Serokê CHPêku berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millete, bê navber beşdarî civînên bangeşeyê dibe.

Kiliçdaroglu li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê soza vejandina wê navçeyê da.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje “Bi Erzeromê ve emê parêzgehên Qersê, Îdir û Erdexan wek herêmên aboriya taybet radigihînîn. We demê hûnê bibînin geşepêdan çawa dibe”

Rewşa niha ya Abûriyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wisa kiriye ku bala aliyan biçe ser vê mijarê.

Li gor rapora Saziya Amarê ya Tirkiyê, di Adara îsal de Enflasyon %2.29 zêde bûye û bi vî awayî Enflasyona salane gihiştiye %50.51ê.

Li gorî rapora herî dawî ya dewletê ku 10ê Nîsan a 2023ê belavkiriye, asta bêkariyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gihiştiye %10ê.