Neviyê Şêx Seîd: Cihê gora Şêx Seîd dizanin lê bi fermî qebûl nakin

Enqere (Rûdaw) - Dewleta Tirkiyê tevî hemû hewlan heta niha jî cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî aşkere nekiriye. Şêx Sêîd û 46 hevalên wî di 25ê Hezirana 1925an de li meydana Deriyê Çiyê ya Amedê ku navê wê yê niha Qada Şêx Seîd e hatibûn sêdaredan.

Komeleya Şêx Saîd û Baroya Amedê ji bo peydakirina cihê gora Şêx Sêîd û 46  rêhevalên wî li 5 emîn dadgeha îdarî ya Enqerê dozek tomar kirin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got “Weke tê zanîn cihê gora wan nahetiya diyarkirin, di derbarê cihê gora Şêx Seîd de ne ji malbatê re tiştek hatiye gotin ne jî li Amedê belgeyek heye, me daxwaz ji wezarata navxwe kir lê wezaretê bersiva men eda, li ser vê yekê me jî li 5emîn Dadgeha îdarî ya Enqerê dozek vekiriye.”

Komeleya Şêx Sêîd heta niha gellek caran daxwaz ji wezareta karên navxwe kiriye ku cihê gora Şêx Seîd were aşkere kirin. lê daxwazên wan bê encam mane.

Neviyê Şêx Seîd Şêx Qasim Firat dibêje “Îhtimaleke mezin li Amedê ye û cihê wan jî tê zanîn û ihtimale li Derê Çiyê ( Dag Kapi) be. Gellek kes vê yekê dizane em jî dizanin lê bi fermî qebûl nakin. Hê jî li ser îmha û înkarê israr dikin.”

Nêviyên Şêx Seîd Şêx Diyadîn Firat û Şêx Qasim Firat di dosyayê de weke waris cih digirin, Diyadîn firat jî dibêje em weke malbata Şêx Seîd efendi 3 daxwazan ji dadgehê dikin.

Neviyê Şêx Seîd Şêx Diyadîn Firat anî ziman “Daxwaza me ya yekem ew e ku cihê qebrîstana Şêx Seîd û 46 hevalên wî ji me re bêjin û weke cih teslîmî me bikin û em li ser Qebristanekê çê bikin. Ya duyem Şêx Seîd di wesyeta xwe de dibêje perê min bi rêya îdareya maliyê radestî wezneyê kirine û dibe ku belgeya wê jî hebe, em dixwazin bizanin çiqas perê wî hatiye teslim kirin, ya sêyem ji zarokên xwe re ji warisên xwe re wesiyatnameyek nivisîye em dixwazin wesiyetnameya wî jî teslîmî me bikin.”

5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê li ser  doza di derbarê peydakirina cihê gora Şêx Seîd de piştî rûniştina dozê herî dereng  di nava15 rojan de biryara xwe bide.