Li Stenbolê 38 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arnavutkoyê ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, di 7 malan de 38 koçber hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê dibêje, roja 19ê Nîsanê li navçeya Arnavutkoyê tîmên Şaxa Dijî Qaçaxçitiya Koçberan û Deriyên Sînorî bi ser 7 malên ku bo koçberan hatibûn kirêkirin de girtine.

Di operasyonê de li 7 malan 38 koçberên qaçax û 2 xwediyên malan hatine desteserkirin.

Derbarê xwediyê malan de karên yasayî hatin destpêkirin û 218 hezar û 120 lîre cezayê îdarî bo wan hat birîn.

Her 38 koçber jî bi armanca dersînorkirinê, bo Îdareya Koçê hatin radestkirin. Lê nehatiye diyarkirin ka xelkê çi welatî ne.