Parêzgariya Stenbolê bîranîna Komkujiya Ermeniyan qedexe kir

25-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Stenbolê rê neda ku îsal bibîranîna Komkujiya Ermeniyan li wî bajarê bê kirin.

Li goristana Ermeniyan a li navçeya Şîşlî ya Stenbola Tirkiyê, hejmarek ermeniyên niştecihê wî bajarî roja 24ê Nîsanê di salvegara Komkujiya Ermeniyan de, merasîmeke biçûk saz kirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan ku bi esil Ermenî ye, dibêje heft sal e li ser hev heman reşnivîsê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê dike bo naskirina Komkujiya Ermeniyan, lê ti wextekî bi qasî îsal rûbirûyê guşarê nebûye.

Parlamenterê HDPê Garo Paylan got: “Ew merasîma ku êvarî me kir, mixabin walîtiyê qedexe kir. Tişta guherî ye, ne em in, siyaseta Tirkiyê ye. Mixabin siyaseta Tirkiyê careke din dixwaze em bêdeng bin, lê em bê deng nabin. Em dê li ser bibîranîna bapîrên xwe berdewam bin.”

Li gor çavkaniyên dîrokî, di salên 1915 – 1916an de zêdeyî yek milyon Ermeniyên niştecihên Tirkiyê hatine kuştin, lê heta niha jî Tirkiye îtirafê bi Komkujiya Ermeniyan nake.

Endama Platforma Bîranîna 24ê Nîsanê Meral Yildiz jî got: “Heta rûbirûbûn ligel jenosaîda Ermeniyan neyê kirin, mixabin ev êş bi dawî nabe. Tişta 24ê Nîsanê li beramber Ermeniyan hat kirin, piştre li beramber Kurd û Elewiyan û niha jî hewl tê dayîn li beramber koçberên Sûrî bê kirin.”

Di salvegera Komkujiya Ermeniyan de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Uruguayê bû, li ber balyozxaneya Tirkiyê ya li wî welatî hejmarek Ermenî kom bûbûn û nerazîbûn nîşan didan. Çavuşoglu di nav otomobîla xwe de bi pêşandana sembola Gurên Boz, bersiva xwepêşanderên Ermenî da. Ev tevgera Wezîrê Derve yê Tirkiyê bû sedema nerazîbûnê.

Ev di demekê de ye ku hewlên asayîkirina peywendiyên navbera Enqere û Yêrîvanê berdewam in lê Parêzgarê Stenbolê rê neda ku îsal bibîranîna Komkujiya Ermeniyan li vî bajarê bê kirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst