Derbarê Parlamenterê CHPê de bi hinceta Komkujiya Ermeniyan lêpirsîn hat destpêkirin

25-04-2022
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrikulu Komkujiya Ermeniyan Lêpirsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê Parlamenterê CHPê Mustafa Sezgin Tanrikulu de bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê girêdayî Komkujiya Ermeniyan peyam belav kiriye lêpirsîn da dest pêkirin.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgin Tanrikulu 24ê Nîsana 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi armanca bibîrxistina Komkujiya Ermeniyan peyamek belav kiribû û gotibû: “Berî 107 salan 24ê Nîsana 1915an  bi sedan rewşenbîrên Ermenî li Stenbolê hatin desteserkirin û bo Çankiri, Ayaş û Enqerê hatin sirgûnkirin û bi hatin wendakirin. Heta bi vê dîrokê ku destpêka xirabiyê ye neyên rûbirû dadweriya rasteqîn çênabe.”

Li gor agahiyan Serdozgeriya Komarê ya Enqerê îro 25ê Nîsana 2022ê derbarê Tanrikulu de li gor xala Qanûna Ceza ya Tirk bi hinceta ku sivikatî bi şexsiyeta manevî ya dewleta Komara Tirkiyê kiriye lêpirsîn daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst