Îbrahîm Tatlises ji lîsteya AK Partiyê dibe bernamzed

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku stranbêjê Kurd Îbrahîm Tatlises ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê yên parlamentoya Tirkiyê dibe bernamzedê Îzmîrê.

 

Li gor nûçeya medyaya Tirkiyê Îbrahîm Tatlises ji lîsteya AK Partiyê dibe bernamzedê bajarê Îzmîrê.


Îbrahîm Tatlises bo hilbijartinên berî niha sê caran serledan bo namzediya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê kiribû û carekê jî wek serbixwe bibû namzedê wî bajarî.


Tatlises niha ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustî li bajarê Îzmîr dijî  û li wir rêveberiya şirketên xwe dike.


Hêjayê gotinê ye piştî ku artşêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yê girêdayî Enqere derbasî nav Efrînê Tatlîses,ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re û grûpek ji hunermend, stranbêj û werzişkarên Tirkiyê ji bo ku piştgiriyê bidin hêzên leşkerî yên wî welatî yên ku di êrişa ser Efrînê de beşdar bibûn, serdana Hatayê kirin.


Di dema vê serdanê de, Recep Tayyip Erdogan, Îbrahîm Tatlîses û Sîbel Can li kêleka hev dirûnin û Tatlîses ji Erdogan re stranekê li ser Efrînê û Minbicê gotibû.


Tatlîses di strana xwe de gotibû, “eger ku Riha (Urfa) ne bi dilê te ye, serdana Efrînê bike, eger ku Efrîn jî ne bi dilê te ye, berê xwe bide Minbicê”