STENBOL – Peşangeha otomobîlên klasîk balê dikişe

Stenbol (Rûdaw) – Di rojên borî de pêşangeha otomobîlan li bajarê Stenbolê ya Tirkiyê hate vekirin,  di nava pêşangehê de gelek otomobîlên nû hatbûn nîşadan lê beşekê ku gelek bala mêhvanan kişand beşa otomobîlên klasîk bû. Di wê beşê dege gelek otomobîlên klasîk hatin nîşandan û  piraniya wan jî tenê bo nemayîşkirinê bûn ne ji bo firotinê. 

 

Fûara Otomobîlan a Stenbolê ku bi beşdariya deh hezaran kes û otomobîlên balkêş ên dahatuyê destpêkir, berdewam dike.

 

Yek ji beşên herî balkêş ên fûarê jî, qucikê otomobîlên klasîk e. 21 otomobîlên klasîk ku bi estetîk û bedewiya xwe  berê beşdaran dikêşin ser xwe. Li hemberî demê berxwedana xwe diparêzin.

 

Autoshow Îstanbul, fûara ku mazûvaniya otomobîlên dahatûyê dike bi kelecan destpêkir. Lê bal û dilê geştiyaran li beşa otomobîlên rabirdûyê dimîne. Estetîk, ked, rêçên serdema berê, aksesûar û konfor. Ango otomobîlên klasîk. Ew zêr û zîvên kevnare, li kêleka otomobîlên modêrn û milyon dolarî hatine danîn. Û pêşwext jî serkeftî ne di rikeberiya bi wan re. Ji ber ku ceribandina ên modêrn pêkan e lê despêdana klasîkan jî bi destê geştiyarên fûarê nakeve.

 

Mêvan Hakan Gulen dibêje; “Ez çûm zemanê berê dem amin ev dîtin. Ew xweşiktir in. Ji xwe ên din ên roja me ne. Ez gelekî kêfxweşbûm. Otomobîlên klasîk her tim xweştir in ji ên nûjen. Min li du heb seyareyan mezekir li vê fûarê. Li ez hatim vir û ez ji temaşekirina wan têr nabim. Ew newaze ne.”

 

Temenê van otomobîlana herî kêm 50 sal e. Ya herî kevn jî ev pîkap e û di sala 1934an de hatiye çêkirin. Nêzikî sed salî, bar û girinaya cîhanê kişandiye û pişt re jî di nava sergoyekî de hatiye terikandin. Heta ku muptezelekî otomobîlên klasîk ew dîtiye. Hemû otomobîlên din jî xwedî çîrokeke wiha ne. Lê ew çîrok, bi ked û neqişandinên dûrûdirêj, ew seyare gîhandina qîmeta ku wa heq dikir.

 

Serokê Komeleya Otomobîlên Klasîk Serkan Okay dibêje; “Li vir faaliyeteke me ya ticarî nîn e. Em van nafiroşin. Tenê em numayîşa wan dikin da ku kesên meraqdar wan bibînin. Armanca me ew e ku em wan otomobîlên ku mohra xwe li serdemekê xistine bigîhinin dahatuyê. Ew otomobîl bîr û hafizaya me ne. Temsîl û nîşaneya serdemkê ne jî.”

 

Rêvebirê Komeleya Otomobîlên Klasîk Hakan Ariyay jî dibêje; “Parastina van a li hemberî demê gelekî zehmet e. Divê pêşiyê restorasyona wan bê kirin û li garajên girtî bêne rawestandin. Divê zivistanê qet dernekevin derve. Tenê havînan du mehan em wan derdixin. Bihayê wan li gorî temen û taybetmendiyên wan diguhirin. Hemû jî bi qîmet in.

 

Li ser rûyê cîhanê bi hezaran mupetezelên van otomobîlan hene. Hemû restorasyon, nûjenkirin û neqişandina wan jî bi destan tê kirin. Perçeyên wan li fabrîqeyên taybet têne çêkirin û ew bixwe weke cîh û warên dîrokî, weke mîrateya mirovahiyê têne qebûlkirin.

 

Li vê fûarê jî xelk wê derfetê dibîne ku ewqas otomobîlên klasîk li heman cihî bîbînin.