Otobûsa karkeran wergeriya: 23 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîlîfkeyê ya Mêrsînê otobûsa karkeran wergeriya û 23 kes birîndar bûn.

Otobûsa ku 35 karker tê de bûn li Taxa Akdereyê li ser rêya D-400î wergeriya.

Şofêr û 22 karkerên di otobûsê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên derûdorê tîmên agirvemirandinê û Tenduristiya Bilez a 112yê, polîs û cendirme çûn cihê qezayê.

Piştî midaxaleya ewil ekîban ew rakirin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku karkerên ku di otobûsê de bûn li Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê dixebitin.