Parlamenterê berê yê AK Partiyê: Cendirme terorîzmê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Di vîdeoyekî ku li ser sosyal medyayê hatiye belavkirin de Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Rihayê Mazhar Bagli dibêje, “Cendirme wek eşqiya tevdigerin û terorîzmê dikin.”

Roja 25ê Adara 2023ê li ser sosyal medyayê dîmenên nîqaşa di navbera parlamenterê berê Mazhar Bagli û cendirmeyan de hatin belavkirin. Dîmen li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê hatine tomarkirin, lê ne diyar e bûyer kengê qewimiye.

Di dîmenan de diyar dibe, ku Bagli û cendirme bi tundî nîqaşê dikin û gotinên nebaş ji hev re dibêjin. Cendirme ji Bagli re dibêje “tu nikarî destê xwe li cendirmeyan bilind bikî” û Bagli jî dibêje: “çima hûn zarokên pêxember in, ez ê destê xwe rakim.”

Di vîdeoda tê dîtin Bagli tiliya xwe ji cendirmeyan re li ba dike û gefan li wan dixwe.

Mazhar Bagli dibêje: “Ez parlamenterê berê me, cendirme li vê derê eşqiyatiyê dikin. Ne li ser navê yasayan ji bo hinekên din eşqiyatî û terorîzmê dikin. Ez parlamenterê berê yê Komara Tirkiyê û Serokê Zanîngeha Nevşehirê Mazhar Bagli me. Bêyî ku hincetek hebe, min rawestandin û avêtin erdê. Tiştek tinebû û dema ez bi otombîla xwe diçûm min rawestandin. Derewan dikin, ez nereviyam. Otombîla min rawestandin. Li cil û bergên min binêrin û tomar bikin. Ez ê hesabê vê yekê ji cendirmeyan bipirsim.”