Profîla namzedên HDPê – Mêr / derçûyê zanîngehê / temen 35-45

 

Enqere (Rûdaw) – Hat ragihandin kesên ji bo berendamiyê serlêdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin ji sedî 77,5 mêr in.


Nîvê berendamên HDPê zanîngeh xilas kirine û ji sedî 9 jî parêzer in.


Temenê kesên ku serlêdan kirîn jî sedî 31,38 di navbera 35 û 45ê de ne.

 

Koordînasyona Hilbijartina Navendî ya HDPê ragihand derbarê raporên namzedan de lêkolînên wan didome.

 

Ji bo berendamiyê 1501 kesan serlêdana HDPê kirine.