'Li Antalyayê silav jî neda kurdan, em deng nadin namzedê CHPyê'

25-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Saruhan Oluç Muhîttîn Bocek Antalya CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç ragihand ku ew li Antalyayê deng nadin berbijêrê Partiya Gel a Komarî (CHP) Muhîttîn Bocek.

Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Saruhan Oluç li navçeya Kepezê ya Antalyayê beşdarî kongreya partiya xwe bû û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Saruhan Oluç di axaftina xwe de li ser helwesta wî ya li hember Kurdên li bajarê Antalyayê rexne li Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Muhttîn Bocek girtin.

 Muhîttîn Bocek di hilbijartinên 31ê Adara de dîsa berbijêrê Partiya Gel a Komarî (CHP) ye.

Oluç amaje bi wê yekê da ku Bocek bi awayekî wekehev bi taybetî jî Kurd nêzîkî hemû pêkhate û netewên li bajêr nebûye û bi vê yekê jî nikariye bibe Serokê Şaredariyê yê her kesî.

Oluç da zanîn ku berbijêrê CHPyê silav jî nedaye Kurdan û ew ji ber vê yekê di hilbijartinan de deng nadin wî û piştgiriya wî nakin.

“Rêzê li Kurdan nagire”

Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç wiha axivî:

“Wekî yên ku li bajarên rojava dijîn daxwaza me çi ye? Xwişk û birayên hêja dema di rê de hatim min dit, Muhîttîn Bocek bîlbord û pankartên mezin daleqandine û dibêje serokê her kesî.

Baş e ev yek wiha ye? Ez ji we dipirsim ji bo Xwedê bêjin, Muhîttîn Bocek bû serokê we?

Ew ne serokê her kesî ye. Serokê xwe bixwe ye. Ji 2019an ve 5 sal derbas bûne lê ew şexsê ku serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ye nehatiye û ligel me çayek venexwariye.

Serdana rêxistina me ya bajêr û navçeyekê nekiriye û ji wan re negotiye ka halê we çi ye.

Negotiye ka derdek an pêdiviyeke we heye. Dibêje ez serokê her kesî me, ma ji vê mezintir derew heye?

Ew rêzê nagire. Muhîttîn Bocek rêzê li Kurdên ku 10 heta 40 sal in li Antalyayê dijîn nagire.

Ji dayîna silavekê direve lê nivîsiye ez serokê her kesî me. Tu derewker î derewker.

Tu serokê cihêkarên vî bajarî yî. Tu serokê wan î yên ku cihêkariyê dikin.

Dibêjin hûn çima piştgiriya Mûhttîn Bocek nakin û berbijêran li dijî wî derdixin. Binêrin em piştîvaniya wan kesan nakin ku serokatiya şaredariyê bi dolarên Amerîkî kirîne.”

DEM Partiyê ragihandibû ku ew li Antalyayê piştgiriya berbijêrê ti aliyekî nakin û Nesîbe Bahadir û Kemal Bulbil wekî berbijêrên xwe yên Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ragihandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst