Gultan Kişanak: Pirsa Kurd divê nebe amûra siyaseta navxwe

25-02-2024
RÛDAW
Nîşan Gultan Kişanak Hilbijartin Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêra DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanakê got: “Pirsa Kurd divê nebe amûra siyaseta navxwe ya Tirkiyeyê.”

Berbijêra DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ku zêdetirî 7 salan e di girtîgehê de ye bersiva pirsên rojnamegerekî medyaya Tirkiyeyê da.

Kişanakê li ser rojeva hilbijartinên 31ê Adarê û hinek mijarên girêdayî pirsgirêkên Tirkiyeyê axivî.

Kişanakê balê kişand ser Pirsa Kurd û anî ziman:

“Parsa aştiyê nayê kirin divê bê bidestxistin. Ez careke din dibêjim. Pirsa Kurd pirseke wiha ye ku gunehê wê giran e û divê ji bo siyaseta navxwe neyê bikaranîn.

Ji ber dema hinek li dengan difikirin di heman demê de ciwanên vî welatî jî dikevin bin axê. Siyaset di vê mijarê de bin ketiye. Divê destpêkirineke nû bê kirin.”

Kişanakê li ser mijara hevdîtinên DEM Partiyê yên bi CHP û AK Partiyê re jî amaje bi wê yekê da ku her partî dikare ligel her partiyeke din hevdîtinan bike.

Berbijêra DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanakê got:

“Divê feraseta dijminatiyê û derxistina derveyî siyasetê ya DEM Partiyê bi dawî bibe. Ji ber qezenca tu kesî ji vê yekê nîne. DEM Partî ne kîsê qûmê ye.

Partiyeke wiha ye ku nûnertiya baskê demokrasiya radîkal dike û di dîroka wê de kevneşopiya 34 salan heye.

Partiya herî heqîqî ya Tirkiyeyê ye û di nav hemû partiyên siyasî de tenê ew partî ye ku bi pêvajoyên hilbijartinan re sînordar namîne.”

Siyasetmedara Kurd û Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ji sala 2016an ve bi hinceta endamtiya PKKyê di girtîgehê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst