Edogan: CHP bûye pêlîstoka DEMê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê partiyên siyasî dest bi mîtîngan kirin.

Di çarçoveya bangeşeya hiblijartinan de Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan roja înê li Balikesîrê bû û ligel alîgirên partiya xwe re civiya.

Erdogan dîsa berê rexneyên xwe da CHP û DEM Partiyê û diyar kir ku CHP bûye pêlîstoka DEM Partiyê.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“CHP ya ku ji her seriyekî dengek derdikeve, ji navenda wê ya giştî heta rêxistinên wê ber bi herifînê ve diçe, êdî ji daneriya lîstikê derketiye bûye pîyonê lîstikan.

Em çi bêjin? Yên ku ew CHPya mezin kirin pêlîstoka destê DEMa ku di kontrola rêxistina dabeşker û rêxistinên marjînal de ye bila ji xwe şerm bikin.”

Lê DEM Partî ji bo bersiva van gotinên Erdogan dereng nema. Roja 24ê Sibatê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî mîtînga partiya xwe ya li Cizîra Botanê bû û bersiva Erdogan da û got:

“Bila Erdogan ji xwe bipirse ka çawa bûye pêlîstokê destê MHPyê.”

“Hûn bûne pêlîstoka MHPyê”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got:

“Gelê Cizîrê yê hêja. Recep Tayyîp Erdogan doh di gotareke xwe de dibêje, bila yên CHP kirin pêlîstoka DEMê ji xwe şerm bikin.

Ya rast divê mirov ji Erdogan bipirse, hûn bûne pêlîstoka MHPyê, MHPyê hûn di destê xwe de kirine pêlîstokek. Destpêkê li wê binêrin ka hûn bûne pêlîstoka destê kê.”

Ji bo hilbijartinên xwecihî bi taybetî li bajarên mezin rikeberiyeke dijwar heye.

AKP dixwaze bajarên mezin ên ku di hilbijartinên 2019an de ji dest daye bi dest bixe û CHP jî dixwaze wan şaredariyan ji dest nede.

Berî çend rojan Serokê CHPyê Ozgûr Ozel jî DEM Partî bi tifaqa ligel AK Partiyê re rexne dikir.

Herçiqas hinek hevdîtin di navbera CHP û DEM Partiyê de çêbûn û gotegot heye ku DEM Partî û AK Partiyê jî hevdîtin kirine lê DEM Partî li her cihekî bi berbijêrên xwe diçe hilbijartinan.