Cîgirê Hevserokê HDPê: Em dê careke din berbijêrtiya serokkomariyê gotûbêj bikin

25-02-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Tayip Temel Berbijêrê Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Hevserokê HDPê Tayip Temel diyar kir ku ew dê di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe de mijara berbijêrtiya serokkomariyê careke din gotûbêj bikin û ev nayê wê wateyê ku biryara wan a derxistina berbijêrekî serbixwe bê guhertin.

Cîgirê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayip Temel ji medya Tirkî re li ser rojeva hilbijartinan axivî. Tayip Temel diyar kir ku dê roja Duşemê 27ê Sibatê civîna xwe ya Desteya Rêveberiya Navendê saz bikin û di civînê de dê biryara xwe ya derxistina berbijêrê serokkomariyê careke din gotûbêj bikin.

Temel dibêje: “Piştî erdhejê rewş gelekî zehmet bûye. Ji ber helwêsta desthilatê ya keysbaziyê di vê mijarê de divê gotûbêjên li ser berbijêrtiyê em careke din berfirehtir bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku di biryara me ya berbijêrê serbixwe de sistbûnek çêbûbe an jî bê guhertin. Ya bilez em dê berbijêrê xwe diyar bikin an jî nirxandineke nû bikin û li gor wê yekê tevbigerin.”

Li ser mijara paşxistina hilbijartinan jî Temel amaje bi wê yekê dide ku di vê mijarê de keysbaziya AKPê ne exlaqî ye û dibêje, AKP ji bo berdewamkirina desthilata xwe li rêyên ne exlaqî digere û ev yek nayê qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst