Prof. Dr. Naci Gorur ji bo erdheja nû 3 herêm nîşan dan
Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Naci Gorur diyar kir ku tê pêşbînîkirin di heyama pêş da li Tirkiyeyê erdhej çêbibin û got “Ji bilî Stenbolê, me Mereşê dijmart. Ew der çû. Ya duyem li gorî min Çermê ya navbera Kanîşer-Erzingan û Gonik ya navbera Kanîreş û Çewlig e. Ango em li em li bendê ne ku erdhejek bi pileya 7.2 û 7.4 pêk were.” Herwiha Gorur destnîşan kir ku ew li bendê ne ku li xeta Çermê û Stenbolê erdhej çêbibe.
Piştî erdhejên Maraş û Hatayê, li Tirkiyeyê, pispor û jeolog hişyariya li ser erdheja nû didomînin.
Mamosteyê Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Fakulteya Madenê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Prof. Dr. Naci Gorur li parêzgehên ku tê txexmînkirin ku erdhejên 7.2 û 7.4 pileyî lê çêbibin eşkere kir.
Gorur tekez kir ku li Tirkiyê zanîna derbarê erdhejê de kê me û eger bi vî hişî berdewam bikin û di sala 2145an de jî di sala 2245an de jî erdhej çêbibe dê dîsa jî can û mal bên wendakirin.
Naci Gorur diyar kir ku li gorî lêkolînên ku hatine kirin Derya Marmarayê ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn û got “Dema erdheja 199an pêk hat, Deryaya Marmarayê deryayeke ku ji aliyê cihavê ve nedihat zanîn. Piştî karê me ew bûye deryaya hundirîn a herî naskirî ya cîhanê. Hemû cîhan Marmarayê dizane.
“Dibe ku li ser xeta Çermê erdhejeke bi pileya zêdetirî 7 rû bide”
Naci Gorur der barê herêmên xeternak de wiha got:
Li ser sînorê di navbera lewha Avrasya û Anatolyayê de, Anatolya bi awayekî berbiçav ber bi rojava ve diçe. Ji ber ku sînorê lewhe û lewheyên wan jî gerok in, dê li vir bi ferqa germahiyê di peydakirinê de erdhej çêbibin.
Sînorê erdheja herî metirsîdar a Tirkiyeyê ji Kanîreş (Navçeya Çewligê) heta Yewnanîstanê bi qasî 1650 kîlometreyan e.
Niha ya duyemîn egere li ser xeta fay a Rojhilatê Anatolyayê be, herêma di navbera Çewlik-Kanîreşê de pirsgirêkeke akademîk e. Ji ber ku lewheya Ereb ber bi bakur ve tê li wê derê erdhej çîdibin.
Ji ber ku Afrîka di binê Qibrisê de derbas dibe, li Deryaya Navîn jî gelek erdhej çêdibin. Erdheja ku li Mereşê çêbû, dê beşeke ji enerjiya xwe bide ber bi başûr. Wexta ku li vê derê erdhej çê bû, me hişyarî da. Wexta li vê der du erdhej çêbûn me bala xwe bidin başûr. Li başûr herêma Edene û Hatayê heye. Li Hatayê çêbû bi hereketa lewheyê re dibe enerjî derbasî xetên din jî bibin.berdewamiya herêma Edenê li Qibrisê tê sînordarkirin.
Li xeta Çermê (navçeya Çewligê) dibe ku erkejeke bi hêza 7 pileyî çêbibe. Ji ber ku di sala 1780an de erdhejeke bi mezinahiya 7.4 çêkiriye. Ji wê wextê heta niha erdhej çênebûye. Di ser re erdheja Erzinganê jî çê bû û li wê derê stresê kom kiriye. Em wisa difikirin ku divê di van beşan de hestiyar bin.”
“Em li benda erdheja Stenbolê ne”
Nacî Gorûr diyar kir ku li herêma Çinarcikê (navçeya Yalovayê) li bendê ne ku erdhej çêbibe û wiha got:
“Bi taybetî li Stenbolê em li benda erdhejê ne. Sedemên vê yekê hene. Herêm valahiya erdhejê ye. Hemû lêkolînên me pêwîstiya şikandina Marmarayê nîşan didin.
Dê xeta giravan û xeta Kumburgazê ya bi hev re yan jî cuda cuda bên şikandin. em di w baweriyê de ne ku xeta Tekîdrdagê jî di sala 1912an de şikestiye. Ji ber wê yekê sedema gotina me ya ku dê li Stenbolê erdhej çêbibe, rastiya zanistiyê ye.”
Nacî Goruk diyar kir ku xetera herî mezin a erdheja li Tirkiyeyê li Stenbolê ye û dibêje “Ji bilî Stenbolê, me Mereşê dijmart. Ew der çû. Ya duyem li gorî min Çermê ya navbera Kanîşer-Erzingan û Gonik ya navbera Kanîreş û Çewlig e. Ango em li em li bendê ne ku erdhejek bi pileya 7.2 û 7.4 pêk were.”
Naci Gorur di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser xeteriya erdheja li herêma Îzmîrê û li kendava Îzmîrê jî xeteke erdhejê mezin heye û got “Xeta erdhejê ya Îzmîrê xeteke cidî ye û dikare erdheje di ji 7 pileyî zêdetir çêbike.”