Lêkolîn: Li Tirkiyê sînorê birçîbûnê 10 hezar lîre derbas kiriye

25-02-2023
RÛDAW
Nîşan Sînorê Hejariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Birleşik Kamu-Iş li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Sibatê de sînorê birçîbûna malbateke 4 kesî 10 hezar lîre derbas kiriye û sînorê hejariyê jî nêzîka 30 hezar lîreyên Tirkî bûye.

Konfederasyona Sendîkayên Birleşik Kamu-Iş encamên Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Hejariyê yên Sibata 2023an eşkere kir.

Li gor amarên lêkolîna ku bi armanca şert û mercên debara jiyanê ên karkeran diyar bike û bandora zêdebûna bihayê kelûpelên sereke yên jiyanê li ser malbata bê zanîn, di Sibata îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gor meha borî sînorê birçîbûnê bo malbateke 4 kesî 463 lîre zêde bûye û gehiştiye 10 hezar û 259 lîreyan.

Her wiha sînorê hejariyê jî di nav salekê de bi zêdebûna 12 hezar û 243 lîreyan derketiye 26 hezar û 994 lîreyên Tirkî.

Di meha Sibatê de xerciya mehane ya xwarinên wek goşt, masî û hêkan jî li bor meha borî 253 lîre zêde bûye û li gor heman meha sala 2022an jî hezar û 290 lîre zêde bûye û gehiştiye 2 hezar 634 lîreyan.

Xerciya mehane ya ji bo şîr, mast û penîr jî Sibata îsal li gor meha borî bi zêdebûna 72 lîreyan derketiye 2 hezar û 744 lîreyan. Herwiha xerciya mêwe li gor sala borî 139 lîre zêde bûye û derketiye 576 lîre, xerciya keskayiyê jî 182 lîre zêde bûye û derketiye hezar û 449 lîreyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst