Kiliçdaroglu: Desthilat gefan li mexdûrên erdhejê dixwe

25-02-2023
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Erdhej Mexdûrên Erdhejê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu hikûmeta AK Partiyê bi wê yekê tohmetbar kir ku gefan li dixwe û dibêje; eger ew ji ser desthilatê biçin mexdûrên erdhejê bê mal û cih dimînin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di dîmenekî vîdeoyî de ku îro Şemiyê 25ê Sibata 2023ê belav kiriye, dibêje: “Berpirsên desthilatê ji xelkên mexdûr ên erdhejê re gotine ku eger ew li ser desthilatê nemînin, xelk bê mal û cih dimînin.”

Kiliçdaroglu xelkê piştrast dike û dibêje: “Ya rast ew di jêr soza yekeyên niştecihbûnê de gefê li xelkê dixun. Dibêjin eger heta saleke din mohletê nedin me û em biçin, hun bê mal dimînin. Vekirî dibêjim; derewan dikin. Li ser mafê herî sade ku mafê niştecihbûnê ye, gefê li xelkê me dixun. Tişta ew dikin ev e. Ji ber ew karta guşarê bikar tînin… Bêguman pirsgirêka we ya niştecihbûnê çareser dibe û avahî yan yekeyên niştecihbûnê tên çêkirin. Bêguman her welatiyek ku ji ber erdhejê bê mal bûye, bi xaniyê xwe yê nû şad dibe.”

Serokê Giştî yê CHPê ew slogan rexne kir ku hikûmeta AKPê wek (100 Sala Tirkiyê) ragihandiye û got: “Ewên ku dibêjin ev sed sal sedsala me ye, heta 19emîn roja erdhejê nikarîn çadiran bo mexdûran bibin. Di dema belavbûna vîrûsa Covîdê de nikarîn 5 maskeyan dabeş bikin. Di dema şewitîna daristanan de nikarîn firokeyan rakin. Herwiha aboriya welat îflas kirin.”

Ev axaftina Kiliçdaroglu di demekê de ye ku hikûmeta Tirkiyê soz daye di dema salekê de hemû bajar, bajarok û gundê navçeya erdhejê ava bike. Lê li gor opozisyon û pisporan jî di demeke wiha kurt de avakirineke wiha ne mimkûn e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst