TGS: Helwesta hêzên asayîşê li hemberî rojnamevanan tund bûye

25-02-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan TGS Rojnamevan Tirkiye Enqere Esra Koçak Mayda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS helwesta Hêzên asayîşê li hemberî rojnamevanan tund bûye û rojnamevan di dema karê xwe de rasti astengkirina Hêzên asayîşê tên.

Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) di derbarê tund û tûjiya li hemberî rojnamevanan li dadgeha Enqerê dozek tomar kir.

Di derbarê mijarê de Seroka Şaxa Enqerê ya TGSê Esra Koçak Mayda bi beşdariya beşek rojnamevanan daxuyaniyek belav kir.

Piştî daxuyaniyê gîlînameyek radestî dozgeriyê hate kirin. Di Daxwaznameyê de bi çend bûyerên cuda cuda behsa wê yekê hate kirin ku,  helwesta hêzên asayîşê li hemberî rojnamevanan tund bûye û rojnamevan di dema karê xwe de rasti astengkirina hêzên asayîşê tên.

Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê heman demê li ser bûyerên astengkirina rojnamevanan (TGS)  dîmen û vîdeo jî radestî dadgehê kirin.

TGS daxwaza dîvçûna bûyeran û sizadana berpirsan dike. Di Daxwaznameyê de heman demê behsa wê yekê tê kirin ku helwesta hêzên asayîşê dibe sedema binpêkirina azadiya rojnamevaniyê. Di Daxwaznameyê de yek bi yek behsa bûyerên tundiya polîsan ya li hemberî rojnamevanan tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst