ÎYÎ Partî: Em ê ji rakirina parêzbendiya HDPyiyan re bibêjin ‘erê’

25-02-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Yavuz Agirailoglu têkildarî rakirina parêzbendiya çend parlemanterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku ew HDPê ji bo Tirkiyê weke pirsgirêk dibînin û dê piştgiriya rakirina parêzbendiya parlamenterên wê partiyê bikin.

Cîgirê Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Yavuz Agirailoglu helwesta partiya xwe li hemberî ji rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê de zelal kir.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mistefa Şentop di bersiva pirseke rojnamevanan de derbarê rakirina parêzbendiyê de ragihand, duh 33 daxwazname ji bo rakirina parêzbendiyê li ser parlemanteran gihiştine serokatiya parlemanê ku derbarê 28 parlamenteran de hatine amadekirin.

Yavuz Agirailoglu diyar kir ku ew weke ÎYÎ Partî di parlamentoya Tirkiyê de ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê dengê “erê” bikar bînin.

Agirailoglu wiha got: “Em HDPê weke problem û di bin siha terorê de dibînin. Bi me zimanê wan problem e. Lewma me rast nabînin bi vî zimanî li parlamentoyê siyasetê bikin. Em dê ji bo rakirina parêzbendiya wan dengê erê bikar bînin.”

Piştî operasyona Gare guvaşa li ser HDPê zêde bûye û herî dawî jî Hevseroka HDPê jî di nav de daxwaznameya rakirina parêzbendiya 9 parlemanterên HDPê li ser bûyerên Kobanê pêşkêşî parlemana Tirkiyê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst