Erdogan: Putîn înkar dike lê di destê me de belge hene

25-02-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Tirkiye Erdogan Idlib Lîbya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştrast kir, ku 2 serbazên wî welatî li Lîbyayê hatine kuştin. Derbarê rewşa Idlibê de jî Erdogan got, ew û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê 5 Adarê bicivin û nexşerêya hevbeş û kêmasiyên wê gotûbêj bikin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan îro Sêşemê 25ê Sibatê berî destpêkirina serdana xwe y abo Azerbaycanê, li Balafirxaneya Esenboga ya Enqerê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji bo çareserkirina pirsa Idlibê ew li gel Putin di pêwendiyeke berdewam de ne.

Erdogan amaje bi piştgiriya Rûsyayê ya ji bo hikûmeta Sûriyê kir û got: “Rûsya li ser asta bilind piştevaniyê li rejîmê dike û berdewam balafirên wê li esmanê Sûriyê difirin, ji bo piştevaniya wan. Bi awayekê zelal min ew yek ji Putin re got, lê wî înkar kir. Çi qas ew înkar bike jî, lê belê di destê me de belgeyên aşkere hene.”

Derbarê birêveçûna lûtkeya Stenbolê ku biryar e di 5ê Adarê de bihê lidarxistin, Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin: “Merkel û Macron pêwnedî bi Putin kirine, lê heta niha li ser dema lidarketina lûtkeya çar alî rêkevtin nehatiye kirin.”

Erdogan herwiha got, şandeke Rûsyayê sibe Çarşemê ji bo gotûbêjkirina rewşa Idlibê serdana Tirkiyê dike.

Di berdewamiya axavtina xwe de, Erdogan amaje bi rewşa Lîbyayê jî kir û got, ne tenê ji bo meseleya Idlibê, lê belê ji bo pirsa Lîbyayê jî ew li gel Putin di pêwendiyeke berdewam de ne. Erdogan, “tevgerên hêzên Xelîfe Hefter bi piştgiriya Rûsyayê berdewam in” û tekez kir, “Îmarat jî piştevaniya darayî û locestîkî ji hêzên Hefter re dabîn dike û çavê xwe li ser kuştina xelkê sivîl digire.”

Serokomarê Tirkiyê kuştina 2 serbazên welatê xwe li Lîbyayê jî piştrast kir û diyar kir, hêzên opozisyona Sûriyê ku navê xwe ji Artêşa Azad veguheriye Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, li Lîbyayê ne û tekez kir, ew vê yekê venaşêrin. Erdogan destnîşan kir, “hêzên Wagner ên Rûsî û grûpên din ên terorîstî jî li Lîbyayê hene.”

Derbarê girtina sînorê Tirkiyê yên bi Îranê re ji ber metirsiya vîrusa Koronayê jî, Serokomarê Tirkiyê ragihand, pêwîst bi ti dudiliyekê nake, her dema ku metirsiyeke tendirustî gefê li welatê me bike, em amade ne, sînorên xwe li gel hemû welatan bigirin. Ev ji bo Iraqê jî heman tişt e, eger rewş geşe bike. Heman tişt bo Îtalya jî dibe. Dema ku Wezareta Tendirustiyê zengila metirsiyê hat lêdan, tekez em dê sînorên xwe bigirin.

Erdogan bi serdaneke fermî diçe Azerbaycanê û li gor daxuyaniya Serokatiya Tirkiyê, li Bakuyê dê beşdarî di heştemîn lûtkeya stratejîk a Tirkiye-Azerbaycanê de bike. Di lûtkeyê de wezîrên herdu aliyan jî beşdar dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst