RAPIRSÎ - Li Enqereyê kî li pêş e?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Lêkolîna Areayê, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş li pêşiya rikeberê xwe ye.

Lêkolîna Areayê rapirsiya xwe ya hilbijartinê ya dawî ya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê parve kir.

Rapirsî 22, 23yê Kanûna Paşînê li hemû navçeyên Enqereyê bi beşdariya 2 hezar û 6 kesan pêk hat.

Li gorî vê, berbijêrê CHPyê Mansur Yavaş ji sedî 57 û berbijêrê AK Partiyê Turgut Altinok jî ji sedî 40,1 dengan werdigire.

Ango li gorî rapirsiyê Mansur Yavaş bi 17 puanan li pêş e.

DEM Partiyê jî beriya niha ragihandibû ku dê li Enqereyê bi berbijêrê xwe bikeve hilbijartinê.