Li Tirkiyê bikaranîna dermanên derûnî rekor şikand

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê roj bi roj bikaranîna dermanên derûnî (antîdepresyon) zêdetir dibe. Parlamanterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Burhanettin Bulut ku bi xwe jî dermansaz e, got “Di sala 2021ê de 59 milyon û 641 hezar 14 paket dermanên derûnî hatine bikaranîn.”

Burhanettin Bulut amarên bikaranîna dermanên derûnî (antîdepresyon) belav kirin. Li gor amaran bikaranîna dermanên derûnî di du salên dawî de 10 milyon pakêt zêde bûne. Bulut dibêje, bihabûna nirxê berhemên pêwîst û bêkariyê derûniya welatiyan xirab kiriye.

Herwiha Bulut diyar kir “Li Tirkiyê sala 2017ê 48 milyon û 226 hezar û 812, 2018ê 49 milyon û 43 hezar û 763, 2019ê jî 49 milyon û 857 hezar û 89, 2020ê 54 milyon û 625 hezar û 964 û 2021ê 59 milyon û 641 hezar 14 pakêt dermanên derûnî hatine bikaranîn.”

Bulut bal kişand ser rapora Neteweyên Yekbûyî, ku Tirkiye di warê kêfxweşiyê de di rêza 104an de cih digre û got “Deynê welatiyan bo banke û kompanyeyan trîlyonek û 85 milyar lîre (nêzîka 800 milyon dolar) derbas kiriye. Hejmara bêkaran jî nêzîka 10 milyon kesan bûye. Amarên aborî her tiştî nîşan didin.”