Îzmîr (Rûdaw) - Duyemîn rûniştina doza Denîz Poyraz ku di 17ê Hezîrana 2021an de di encama êrîşa ser avahiya HDPê yê Îzmîrê de hatibû kuştin, di 24ê Çileyê de li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê birêve çû. Doz ji ber sedemên ewlehî û beşdariya zêde 3 saet û nîv bi derengî dest pê kir.
Malbat û parêzerên Deniz Poyraz, Hevserokê HDPê Mithat Sancar, hejmarek parlamenter û endamên HDPê, parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu, hejmarek serok baroyan, nûnerên saziyên civaka sivîl, komeleyên jinan û partiyên siyasî beşdarî dozê bûn.
Parêzer û Endamê Komisyona Hiqûqê ya HDPê Cahit Kirkazak got "Ev dozeke nîjadperestî û zayendî ye. Her wiha ev dozeke siyasî tê qebûlkirin. Ji ber vê jî divê tekilî, kesên li pişt bûyerê, kesên alîkarê dane kujer jî bên eşkerekirin."
Di salona dadgehê de kujerê Deniz Poyraz Onur Gencer amade bû û careke din li xwe mikûr hat ku ew bi plankirî, bi hestên nîjadperestî û nefretê êrîş biriye ser avahiya HDPê û xwestiye ku komkujîyeke pêk bine. Her wiha kujer daxuyakirin ku ew li Sûriyê perwerdeya çekdariyê ditiye.
Imdat Ataş parêzerê malbata Denîz Poyraz dibêje "Di rûniştina îro de agahiyeke nû derket holê. Ew jî ev e, bersûc dema li Sûriyê bûye ne wek wezîfedarê tendirustiyê maye. Perwerdeya çekdariyê dîtiye û bo Tirkiye hatiye şandin. Em li bendê ne ku di nav proseya darizandina têkiliyên bersûc bi delîlan derkevin holê."
Parlamenterê HDPê yê Izmîrê Murat Çepni ragihand “Kujer careke din lixwe mikûr tê ku ew bi armanca nîjadperestîyê û ji ber sedemên siyasî êrîş biriye ser avahiya HDPê. Eşkere ev kuştineke plankirî ye.”
Şandeya dadgehê, piştî guhdarkirina şahidan biryara berdewamiya girtina bersûc Onur Gencer da û doz bo 29ê Nîsana 2022an hat paşxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse