Tramwaya Nostaljîk a Beyogluyê hate rawestandin

25-01-2017
Mustafa Bayar
Stenbol
Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Tramwaya Nostaljîk a Kolana Istiqlalê ya taxa Beyoglu ya Stenbolê gelekî tê naskirin û bi saya wê kolan dibe cihê geştyariyê. Lê niha ew hate rawestandin ku bû cihê nerazîbûna esnaf û xelkê wê.


Kolana Istiklalê navendeke girîng a Stenbolê ye. Bi tramwaya xwe ya nostaljîk tê zanîn, tevgereke zêde ya xelk û geştyaran jî lê heye.


Niha Tramwaya Nostaljîk ku wek sembola kolanê tê zanîn, ji bo 6 mehan tê rawastandin û li kolanê xebateke nûkirinê tê kirin.


Rawestandina tranwayê û nûkirina kolanê bandorê li ser çûnûhatinê dike û herwiha dibe cihê nerazîbûna xelkê wê ku di wê baweriyê de ne ku polîtîkayeke nebaş li ser kolana wan tê meşandin.


Geştyar Berkay Kadir Kahraman ji Rûdawê re got: "Niha ez li tramwayê siwar nebûm. Ez hatim vê derê ji bo bigirem lê mixabim li tranwayê siwar nebûm. Lê tiştekî ku em bikin tune ye. Heba dê baştir biba."


Karbes Ufuk Seyhan jî wiha anî ziman: “Ez vê wekî tiştekî normal nabînim. Nûkirin mûkirin çîrok e. Ev zemîn 3-4 sal in nayê nûkirin. Heta niha çê nekirin. Beriya demekê bi giranîta Çînê çêkiribûn. Lê niha di vê nûkirinê de  hesabekî din heye. Yanî girtina qadeke wiha berfireh û mexdûrkirina xelkê ne tiştekî bi wate ye. Hesabekî din heye. Yanî kolana Istiqlalê bi awayekî tê kuştin."


Piştî  bûyerên Parka Gezî, teqîna par a li wê kolanê û qeyrana aborî rewşa esnafên wê nebaş bûye. Nebûna Tramwayê û girtina beşeke kolanê tesîra herî zêde jî li ser esnafên kolanê dike û dibe sedema ziyaneke mezin. Lewra esnafên kolanê bi gilî û gazinin ku êdî nikarin kar bikin.


Esnafê bi navê Fikret Aslan jî got: "Ev nêzîkî 2 salan e, karê me pir kêm bûye. Beriya 2 salan 82 kes li vê derê dixebitîn. Lê niha mane 30 kes. Ji mecbûrî me 50 kes ji kar derxistin. Ji ber ku kar tuneye. Ji xwe tranway delaliyeke vê derê ye. Semboleke Istiqlalê ye. Bi wê ev der xweş dibe. Wê jî rakin nizanim dê çawa bibe. Armanca wan ew e ku vê cadeyê tune bikin. Esnafên vê kolanê xelas bikin. Armanca wan ev e ne tiştekî din e."


Kolana Istiqlalê li taxa Beyoglu ya Stenbolê ye. Hezar 400 metre dirêjahiya wê heye û Tramwaya Nostaljîk jî ji nava wê derbas dibe. Ji salên 1800î heta yek ji navdartirîn kolane li Tirkiyê û herwiha navendeke girîng ya tûrîzmê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst