Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û lîderê Durziyên Libnanê Welîd Canbolat li Enqereyê li hev civiyan.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê bi Serokê Partiya Sosyalîst a Pêşverû a Libnanê Welîd Canbolat re hevdîtinek kir.
Civîna Erdogan û Canbolat bêyî tevlîbûna medyayê hat kirin.
Serokê Tehrîr El Şamê Ehmed Şer (Colanî) û lîderê Durziyên Libnanê Welîd Canbolat 22yê Kanûna Pêşîn li Şamê li hev civiyabûn.
Canbolat di pêwendiya telefonî ya 15ê Kanûna Pêşîn de, Colanî ji ber rûxîna rêjîma Esed pîroz kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse