Li Tirkiyeyê çend koçber hene û çi qas Sûriyeyî vegeriyane?

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li Tirkiyeyê 4 milyon û 164 hezar û 472 koçberên biyanî bi awayekî yasayî dimînin.

Yerlîkaya da zanîn 2 milyon û 920 hezar û 119 kes ji wan welatiyên Sûriyeyê ne.

Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed a li Sûriyeyê, di rojeve Tirkiyeyê  de vegera koçberên Sûriyeyî heye.

Alî Yerlîkaya di bernameyeke televîzyonî de ragihand ku di 15 rojên dawî de hejmara koçberên vedigerin li gorî demên pêştir 7 qatan zêde bûye û zêdeyî 25 hezar welatiyên Sûriyeyê vegeriyane welatê xwe.

Yerlîkaya got, "Niha li Tirkiyeyê  4 milyon û 164 hezar û 472 koçberên biyanî bi awayekî yasayî dimînin ku ji wan 2 milyon û 920 hezar û 119 kes welatiyên Sûriyeyê yên di bin parastina demkî de ne.

Ji sala 2017an û vir ve 763 hezar û 443 Sûriyeyî bi dildarî vegeriyane welatê xwe."

Yerlîkaya diyar kir ku Sûriyeyiyên vedigerin welatê xwe dikarin hemû amûrên li mal û dikan û otomobîlên xwe bibin.