Li Balikesîrê teqîn: Gelek mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li fabrîqeyeke muhîmatan a li navçeya Karesiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê teqîn çêbû.
Li gorî zanyariyên destpêkê 12 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Li navçeya Karesê di tesîsa hilberîna teqemeniyan de saet derdora 08:30î teqînek pêk hat.
Di encama teqînê de şewat derketiye û zirareke mezin gihîştiye fabrîqeyê.
Parêzgarê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglu da zanîn ku di encama teqînê de 12 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne.
Her wiha parêzgar anî ziman ku îhtîmala sabotajê tune ye.
Li aliyê din, li gorî agahiyên hatine belavkirin, hinek karker di kargehê de asê mane.
Ustaoglu diyar kir ku agir hatiye vemirandin û xebatên rizgarkirinê dest pê kiriye.
4 dozger hatin erkdarkirin
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî li ser teqînê daxuyaniyek belav kir.
Yilmaz Tunç da zanîn ku li ser teqînê lêpirsîn hatiye destpêkirin û di bin koordînasyona wekîlê serdozgerekî komarê de 4 dozgerên komarê hatine erkdarkirin.
#VÎDEO - Li Balikesîrê teqînek çêbû, gelek mirî û birîndar hene
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 24, 2024
🛑 Kêliyên piştî teqînê 👇👇 pic.twitter.com/HAjtr6BZLq